Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera civiyan

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera îro li bajarê Antalya ye Tirkiyeyê civiyan.

Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera civiyan
11 mijdar, 2026   18:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokatiya Herêma Kurdistanê têkildarî Serokê Herêma Kurdistanê yê demborî Nêçîrvan Barzanî û Serokomarê hikûmeta veguhêz ya Sûriyeyê Ehmed Şera ya li Antalyayê daxuyaniyek weşand.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro Çarşemê di Lûtkeya Avhewayî ya li bajarê Antalya ya Tirkiyeyê de bi Serokomarê hikûmeta veguhêz Sûriyeyê Ehmed Şera re civiya.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku, di civînê de têkiliyên Sûriyeyê bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, pêşxistin û berfirehkirina qadên hevkarî û hevrêziyê, bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên hevpar bike, hatin nîqaşkirin.

Her wiha hate ragihandin ku herdu aliyan girîngiya diyalog û çareseriyên aştiyane û dîplomatîk ji bo çareserkirina nakokiyan tekez kirin.

Herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê got; “Di civînê de rewşa Kurdan li Sûriyeyê di hevdîtinê de hate nîqaşkirin û girîngiya parastina mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de hate tekezkirin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku Nêçîrvan Barzanî hêvî kir ku Şara di demek nêzîk de serdana Bexda û Hewlêrê bike.