Hevdîtina Kûrtûlmûş û DEM Partiyê bi dawî bû

Hevdîtina Serokê Meclisa Mezin a Tirkiyê Numan Kurtulmuş û bi Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan re bi dawî bû.

Hevdîtina Kûrtûlmûş û DEM Partiyê bi dawî bû
11 mijdar, 2026   17:31
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Meclisê Numan Kurtulmuş, di çarçoveya Pêvajoya  Aştî û Civaka Demokratîk de, xebatên ji bo avakirina Lijneya Çavdêrî û Şopandinê ya tê payin li Meclisê bê avakirin, serdanên xwe yên li partiyên siyasî didomîne.

Kûrtûlmûş, di vê çarçoveyê de serdana Koma Meclisê ya DEM Partiyê kir.Ji DEM Partiyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan, Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît û Parlamenter Cengîz Çiçek di hevdîtinê de amade bûn. Hevdîtin nêzî saetekê dewam kir.

 Piştî hevdîtinê Kûrtûlmûş û şandeya DEM Partiyê daxuyanî nedan.