Li Qamişlo û Kobanê pîrozbahiyên salvegera Kongra Star

20`emîn salvegera damezirandina Kongra Star li Qamişlo û Kobanê hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de soza şopandina rêya şehîd Sozdar Cîhad, Cîhan Bîlgîn û Kerem El Hemed hat dayîn.

15 ÇILE, 2025   15:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro 20`emîn salvegera damezirandina Kongra Star e. Bi vê boneyê jinên li kantonên Cizîrê û Firatê çalakî li dar xistin.

QAMIŞLO

Bi boneya 20`emîn salvegera Kongra Star li Hola Zana ya Qamişloyê bi amadebûna bi dehan jinan û bi dirûşma “Bi rihê Sozdar, Kerem û Cîhan, bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê têkoşîna xwe bilind bikin” pîrozbahiyek hat lidarxistin.

Di pîrozbahiyê de endamên Kongra Star, jinên ji pêkhateyên Suryan, Kurd û Ereb, jinên siyasetmedar û endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. Li cihê pîrozbahiyê alên YPJ`ê, wêneyên jinên şehîd ên pêşeng û yên ku di zindanên rejîma Îranê de tên ragirtin, hatin daliqandin.

Di pîrozbahiyê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axivî û berxwedana ku niha li bendava Tişrînê tê meşandin silav kir, şehîdên jin ên pêşeng û şehîd Sozdar Cîhad, şehîd Cîhan Bîlgîn û şehîd Kerem El Hemed ên ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anîn û soza pêkanîna xeyalên wan da.

Rîhan Loqo got: “20`emîn salvegera Kongra Star li Rêber Apo, rêberê felsefeya Jin, Jiyan, Azadî yê ku ronahî da tarîtiyê, pîroz be.”

Rîhan Loqo destnîşan kir ku têkoşîna ku bi damezirandina Kongra Star dest pê kir, niha li qada Şoreşa 19`ê Tîrmehê bûye têkoşîneke hevpar a jinan û wiha dom kir: “Yek ji destkeftiyên jinan di nava şoreşê de hevpeymana civakî ya jin e, niha ew tê nivîsîn. Têkoşîna jinan di asteke xurt de tê meşandin, belavî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê dibe.”

Rêvebera Kongra Star a bajarê Dêrikê Şadiya El Yûsif jî axivî û salvegera Kongreya Star li hemû jinên azadîxwaz pîroz kir û got: “Li Sûriyeyê jinan di gelek waran de li dijî rejîma Baasê têkoşîn kir, bi damezirandina Kongra Star û Şoreşa 19`ê Tîrmehê re jinan dest bi pêvajoyeke nû ya têkoşîna xwe kir.”

Piştî axaftinan hunermend Sumeya Mehmed stranên şoreşgerî gotin û jinên li pîrozbahiyê govend gerand. Pîrozbahî bi berzkirina slogana “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.

KOBANÊ

Li bajarê Kobanê jî bi vê boneyê jinên li kantona Firatê li Qada Jina Azad a Kobanê li hev kom bûn û daxuyanî da.

Daxuyanî ji aliya endama Koordînasyona  Kongra Star Macîde Hesûn ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em 20`emîn salvegera damezrandina Kongra Star em li tevahî jinên şoreşger, jinên cîhanê, di şexsê Leyla, Zehra, Hebûn, Arin, Sozdaran û hemû şehîdên tevgera azadiyê de bi bîr tînin û careke din damezirandina Kongra Star li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin.

Îro di avakirina hikumeta nû a Sûriyeyê de dixwazin jinan dîsa vegerînin wekî berê, lê divê jin xwe di bin sîwana Kongra Star de bibînin, divê jin ji her demê bêhtir li ber xwe bidin.”

Jinan daxuyaniya xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Divê em li hember her tundiyê bi ser bikevin. Bi felsefeiya Jin Jiyan Azadî di asta herî bilind de bi ser bikevin."

(ekîb/k)

ANHA