Çeteyên dewleta Tirk 7 ciwan revandin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker 7 şêniyên gundê Nêrbiyê yê kantona Şehba û Efrînê ya dagirkirî revandin. Her wiha îşkence li 2 kalên gund kir û mal û milkên şêniyan talan kirin.

Çeteyên dewleta Tirk 7 ciwan revandin
15 ÇILE, 2025   15:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca guhertina demografiya herêmên Kurdan, zext û zordariya li ser şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê ya dagirkirî didomînin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku duh (14.01.2025) çeteyên dewleta Tirk a dagirker girt ser gundê Nêrebiyê yê girêdayî kantona Efrîn û Şehbayê û 7 ciwanên Kurd revandin.

Li gorî rêxistinê navên kesên revandî wiha ne: Cabir Şukrî Ebdulqadir (40), Hemîd Ebdulcewad Welo (35), Ebdullah Adil Ebdulqadir (22), Cabir Arif Welo (22), Xemîs Xemîs (30) û Xalid Elî Welo (20).

Rêxistinê diyar kir ku çeteyan bi awayekî hovane îşkence li 2 kalên bi navê Ebdul Qader Mehlî Welo û Ehmed Elî Welo kiriye.

Rêxistinê diyar kir ku di dema serdegirtinê de çeteyan bi hinceta lêgerîna çekan pere, zêr û telefon dizîne.

Gundê Nêrebiyê dikeve aliyê bajarê Babê û di sala 2016’an de ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatibû dagirkirin. Di çarçoveya siyaseta guhertina demografiyê de şêniyên wan gundan ên Kurd hatine koçberkirin.

(k)