Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin

Bi hezaran kes ji şêniyên kantona Firatê bi merasîmekê cangoriyên xwe Birûsk Efrîn, Dilyar, Yilmaz, Qendîl û Hogir spartin axê.

Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
Şeniyên Kantona Firatê 5 Şehîdên xwe oxir kirin
15 ÇILE, 2025   15:27
KOBANÊ

Bi hezarna ji xelkê Kanotna Firatê Şehîdên Komandos, QSD bi merasîmeke bi heybet oxir kirin. 

Şehîdên ku li cih û demên cuda şehîd bûn spartin axê, şehîd Birûsk Efrîn (Hozan Mihemed) ku di 3`ê Çileyê li Sirînê şehîd bû, Dilyar (Heysem Keleş),Yilmaz (Bihadîn Hisî), Qedîl (Mihemd Şêx Bekir), Hogir (Cengîn Ebdilqadir) ku di 8`ê Çileyê de li Tişrînê şehîd bûn bi merasîmekê girseyî spartin axê.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevseroka Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD'ê ya Kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl axivî û diyar kir ku ew ê bi berxwedana xwe dawî li dagirkeriyê bînin û got: Şervnaên me di nava çeperên şer de berxwedaniyeke bê hempa dikin, li gel vê em ê jî heta dawiyê xwedî li şervanan xwe derkevin û riya şehîdên xwe bişopîn in."

Hevserokê Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî diyar kir ku dewleta Tirk ji dîrokê ve dixwaze neteweya Kurd tune bike û got, "Lê em niha di serdem û demeke cuda de ne. Me xwe daye isbatkirin. Vaye şervanên me li nava çeperên şer berxwedaneke bê hempa dikin. Ji bo wê jî em ê heta dawiyê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

Bi navê malbata şehîd Qendîl, Mehsûm Şêx Bekir axivî û got: "Em soz didin  şehîdên xwe û şervanên di çeperên şer de ku wê tu carî dagirkerî gavekê pêş ve navêje. Çi dibe bila bibe, rêya me diyar û em ê wî dijminî têk bibin ."

Piştre wesîqeya şehîd hatin xwendin û radestî malbatên hatin kirin. Şehîd bi dirûşmeyan hatin oxirkirin.

(sş)

ANHA