Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan

Di semînera bi minasebata salvegera komkujiya Ermniyan hat lidarxistin de, bal hat kişandin ku Ermen û Kurd li gel netewên din dijî komkujiyan li ber xwe didin û bi Şoreşa 19'yê Tîrmehê re rewşek aram ava kirine.

Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
Li Qamişlo semînera têkildarî komkujiya Ermeniyan
20 nîsan, 2024   12:57
QAMIŞLO

Encumena Civaka Ermenî, bi minasebeta salvegera komkujiya Ermeniyan (24 Nîsan 1915) li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo bi başdarbûna dehan kesan semînerek da.

Semîner ji aliyê Şêwirmendê Encumena Civaka Ermenî Hena Somî ve hat dayîn.  Hena Somî, diyar kir ku gelê Ermenî bi hezaran salane li hemberî komkujî û êrîşan rû bi rû maye û bibîr xist ku yek komkujiyên herî mezin, di sala 1915'an de ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve hatiye pêkanîn.

Hena Somî da zanîn ku di komkujiyê de sed hezaran Ermenî hatine qetilkirin, hatine êşkence û koçberkirin. 

Somî da zanîn ku li gel Ermeniyan, Kurd jî bi komkujî, êşkence û koçberkirinê re rû bi rû mane û heta niha têkoşîna xwe dimeşînin.

Hena Somî bal kişand ku gelê Ermenî li dijî van komkujiyan li ber xwe dide û da zanîn ku bi saya şoreşa 19'yê Tîrmehê (2012) gelê Ermenî yê li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî di nava aramiyê de jiyan dike.

Di semînera ku rewşa Kud û Ermeniyan a li Suriye, Ewropa û Tirkiyeyê jî bi berfirehî hat nîqaşkirin de, beşdar jî bi pirs û nêrînên xwe bal kişandin ser mijarê.

(eg/a)

ANHA