Gundekî din ê Minbicê tê topbarankirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî gundê Ewn Dadetê gundê Toxar topbaran dike. topbarankirin.

Gundekî din ê Minbicê tê topbarankirin
20 nîsan 2024   13:18
MINBIC

Piştî gundê Ewn Dadetê yê bakurê rojhilatê kantona Minbicê, artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundê Toxarê yê bakurê Minbicê topbaran dike.

Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, gundê Toxarê bi obîs û guleyên moşekan tê topbarankirin.

Der barê ziyanên topbaranê de agahî nehatin bidestxistin.

(bb)

ANHA