Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin

Baxê ku di dema rejîma Baasê de hatiye amedekirin û di salên borî de zirar dîtibû, bi navê “Baxê Giştî yê Çand û Hunerê” ji nû ve tê amedekirin.

Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
Li Qamişlo baxê çand û hunerê tê vekirin
1 cotmeh, 2025   07:20
QAMIŞLO

Baxê (park) li naverasta bajarê Qamişlo yê kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di salên 1960’an de, di dema rejîma Baasê de weke cihê meş û bênvedanê hatiye çêkirin. 

Parka ku navê “Baxê Giştî” lê hatibû kirin, bi Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ket bin kontrola Şaredariya Gel.

Şaredariyê, Baxê Giştî di nava demê de bi armanca şixulandinê beranberî kirê dabû çend sazî û kesan. Lê ji ber ku xwedîderketin û guhdariyek baş nehat nîşandan, piraniya darên li parkê ziwa bûn, cihê meş û rûniştinê jî xirab bûn.

 Ajansa me 5’ê Hezîrana 2025’an mijar anîbû rojevê û cih dabû giliyên gel û nêrînên şaredariyê.

Piştî nûçeyê TEV-ÇAND (Tevgera Çand û Hunerê), ji şaredariyê re pêşniyar kir ku park weke baxê çandê ji nû de were sererastkirin.

Li ser hevdîtinên di navbera TEV-ÇAND’ê û şaredariyê de pêşniyar guncaw hat dîtin û dest bi çêkirina parkê hat kirin.

Bi hevkariya TEV-ÇAND, şaredarî û hin xêrxwazan di 3’ê Îlonê de dest bi sererastkirina parkê hat kirin.

Li gor agahiyên me ji rêveberên TEV-ÇAND’ê girtine, wê navê parkê bibe “Baxê Giştî yê Çand û Hunerê”. Di nava bax de, dê cihê konseran, kafeteryayek, cihê lîstikên zarokan, alavên sporê, peykerên hunermedên navdar ên herêmê û tabloyên ku dîroka herêmê li ser nivîsandin hebin.

Rayedarên Şaredariyê û TEV-ÇAND’ê diyar kirin ku wê heta serê salê (2026), xebatên giştî (çandina daran, sererastkirina rêya meşê, cihê runiştinê, avahiya kafeteryayê, cihên konser, lîstikên zarokan, alavên sporê) bên temamkirin.

Piştî serê salê jî wê peykerên hunermendan, tabloyên dîroka herêmê û hwd werin danîn.

Ji bo vekirina Baxê Giştî yê Çand û Hunerê hîn dîrokek nehatiye diyarkirin.

(bî)

ANHA