Di Mîhrîcana Şevên Firatê de hunera jinan

Di Mîhrîcana Şevên Firatê de hunerên cur bi cur ên jinan bal kişand.

1 cotmeh, 2025   04:05
REQA
DEÎMA MIHEMED

28’ê Îlonê ‘Mîhrîcana Şevên Firatê’ li kantona Reqayê dest pê kir. Mîhrîcan ji aliyê Ekîba Furatiyûn ve bi hevkariya Desteya Çand û Şûnwaran a kantonê hat bi rêxistinkirin û 3 rojan dewam kir. Mîhrîcan bi beşdariya saziyên bazirganî û çandî li qada navenda berê ya çandê ya bajarê Reqayê bi rê ve çû. Bi dehan jin jî bi hunerên xwe yên şêwekarî, çêkirina xwarinan û destkariyan beşdar bûn.

Şêwekara bi navê Fatima El Ubeyd li ser beşdariya xwe ya mîhcîranê axivî û got: "Her timî pêdiviya me bi çalakiyên wiha heye. Beşdarbûna van çalakiyan derfetê dide me ku em xebatên xwe nîşan bidin. Di heman demê de rê li ber her kesî veke ku beşdar bibe û bibe afirîner."

Fatima El Ubeyd bi van gotinan behsa hunera xwe kir: "Karê min ê esasî şêwekarî ye. Ji bilî van, hunerên din ên destkariyê wekî mûn û tizbiyan û morîkan çêdikim.”

Fatima diyar kir ku 5 sal e ew karê hunerê dike û got: "Ez di hunera destan de cîhaneke berfireh a bêsînor dibînim. Li cem her jinekê enerjiyeke mezin heye, divê vê enerjiyê derxe û ji bo xizmeta jîngeh û civaka xwe bi kar bîne."

Endama Tevgera Hîlal Zêrîn a Çand û Hunera Jinan Nahid El Hindî bi hunera neqişandinê beşdarî mîhrîcanê bûye jî got: "Ji bo ku em karên xwe yên ku mîrateya şêniyên Reqayê îfade dikin nîşan bidin, em beşdarî mîhrîcanê bûn. Di mîhrîcanê de hunerên neqişandina li ser fexaran û kardestiyên din hatin pêşandan. Vê jî derfetek da me ku em afirîneriya jinan a di hemû aliyan de nîşan bibin."

Jina bi navê Beyan Îbrahîm El Ebdullah bi çêkirina cureyên cuda yên xwarinên ji hevîr beşdarî mîhrîcanê bûye. Beyan El Ebdullah got: "Ez ketim dewreyên hînbûna çêkirina xwarinên ji hevîr. Ji 3 mehan ve ez li malê xwarinê çêdikim. Ez gelek cûreyên şêraniyan wekî beraziq, kulîçeyên sade û yên ji xurmeyan û biskewîtan çêdikim. Mîhrîcanê derfet da min da ku berhemên xwe pêşkêş bikim."

Beyanê anî ziman ku mîhrîcanên bi vî rengî derfetê didin da ku hunerên xwe nîşan bidin û wan teşwîq dike ku berdewam dikin. Her wiha hêvî kir ku mîhrîcanên wiha dubare bibin.

(bb)

ANHA