Li pêşiya kargeha hatiye bombebaran kirin kon hat vedan

Welatiyên navçeya Amûdê êrîşen dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê û bêdengiya li hemberî êrîşan şermezar kirin. Li pêşiya kargeha ku hatiye bombebarankirin konê çalakiyê hat vedan. 

Li pêşiya kargeha hatiye bombebaran kirin kon hat vedan
25 kanûn, 2023   20:58
QAMIŞLO

Girseya gel li pêşeiya Kargeha Zeytûnan ya ku vê sibehê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatibû bombebaran kirin kom bû û êrîş şermezar kirin. 

Xwediyê Kargehf Zeytûnan Mustefa Elo li vir axivî û got: “Armanca dewleta Tirk a dagirke ew e ku xelkê herêmê bide koçberkirin û birçî bihêle. Lê em ê têkoşîna xwe bidomînin û gav paş de na avêjin.”

Piştî axaftinê li pêşiya kargehê konê çalakiyê hat vedan. Li gorî komîta amadekar wê çalakiya konvedanê du rojan dom bike.

(lî/a)

ANHA