Li peravên Japonyayê erdhej

Hate ragihandin ku li peravên rojavayê Japonyayê erdhejek bi hêza 6.2 pileyî çêbû.

Li peravên Japonyayê erdhej
6 ÇILE, 2026   10:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Meteorolojiyê ya Japonyayê, îro sibê erdhejek bi pileya 6.2 li peravên rojavayê welat rû da. Lê hişyariya tsunamiyê nehat dayîn.

Ajansê ragihand ku erdhej saet di 10.18’ê sibehê de bi dema herêmî, li parêzgeha Shimane çêbûye, piştre paşlerzeyên bi hêza 4.5, 5.1 û 3.8 çêbûne.

Heya niha zerarên madî yan mirovî yên erdhejê nehatin tesbîtkirin.

(b)