Li gundekî Quneytîrayê tevgera Îsraîlê

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê ku ket gundê Seyda Colan ê Quneytîrayê, bendeke kontrolê danî û hin mal kontrol kirin. Piştre vekişiya baregehên xwe yên li Colanê.

Li gundekî Quneytîrayê tevgera Îsraîlê
6 ÇILE, 2026   10:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Zêdegaviyên artêşa Îsraîlê di axa Sûriyeyê de dewam dikin.

Dewriyeyeke artêşa Îsraîlê berbanga îro ket gundê Seyda Colanê û bendeke kontrolê ya demkî li gund danî.

Artêşê hin mal kontrol kirin, piştre vegeriya baregeha xwe ya li Colanê.

(b)