Li Endonezyayê ji ber lehiyê 14 kes mirin

Li Endonezyayê ji ber lehiyê 14 kes mirin û 18 kes birîndar bûn. Lêgerîna li windahiyan dewam dike.

Li Endonezyayê ji ber lehiyê 14 kes mirin
6 ÇILE, 2026   10:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilata Endonezyayê ragihand ku ji ber lehiyê ya li bakurê Sulawesiyê qewimiye, bi kêmanî 14 kes mirine û 18 kes jî birîndar bûne.

Li gorî Reutersê ku agahiyên xwe spartine berdevkê ajansa rizgarkirinê ya herêmî Nouridin Gumeling, barana dijwar ku duh serê sibê li Girava Siau ya li Herêma Regency Tagulandang Byaro bariya, bû sedema lehiyê.

Gumeling da zanîn ku tîmên rizgarkirinê 16 kes şandine da ku li çar kesên ku hîn jî winda ne bigerin û di heman demê de nirxandina zirara ji ber karesatê berdewam dike.

) b)