Li nêzî Parîsê di encama gulebaranê de kesek mir 4 birîndar bûn

Li başûrê rojavayê paytexta Frensayê Parîsê di encama gulebaranê de kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Li nêzî Parîsê di encama gulebaranê de kesek mir 4 birîndar bûn
23 cotmeh, 2026   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro (înê) li bajarokê Turab ê  wîlayeta Evelyn ku dikeve başûrê rojavayê Parîsê mêrekî ji trêmbêla xwe gule barand û di encamê de kesek hate kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li gorî dezgehên fermî yên çapemeniya Frensayê hêzên ewlekariyê kesê guman li ser hebûn li bajarokê Kuanier hatiye girtin.

Têkildarî bûyerê hîna lêkolîn didome û sedema gulebarandinê hîna nayê zanîn.

(np)