Di pîrozbahiyên Newroza Bakur de berxwedana Rojava hat silavkirin

Li bajarên Bakurê Kurdistanê Newroza îsal tevî baranê bi coşeke mezin hat pîrozkirin jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî herikîn qadên Newrozê.

Di pîrozbahiyên Newroza Bakur de berxwedana Rojava hat silavkirin
Di pîrozbahiyên Newroza Bakur de berxwedana Rojava hat silavkirin
Di pîrozbahiyên Newroza Bakur de berxwedana Rojava hat silavkirin
25 adar, 2026   17:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Hezexa Şirnexê, Mûş û Qilebanê Newroza îsal bi dirûşma "Azadî û Yekitiya Demokratîk"  bi coşeke mezin hat pîrozkirin.

Hevserok û rêveberên partiyên siyasî, nûnerên saziyên sivîl ên demokratîk û gelek welatî bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevlî pîrozbahiyan bûn. Welatî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" ketin qada pîrozbahiyan. Pîrozbahiyan bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir.

HEZEX

Pîrozbahî bi xwendina peyama Rêber Abdullah Ocalan a ji Newroza Amedê re şandibû dest pê kir. Aktivîsta TJA’yê Eylul Îmuk peyam xwend. Piştre Hevseroka navçeya Hezexê ya DEM Partiyê Songul Erdem li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê gel silav kir û xwest Newroz bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Pîrozbahî bi stranên Hozan Servan û gerandina govendan geş bûn. Agirê Newrozê ji hêla Dayîkên Aştiyê ve hat pêxistin. Li dora agir girseya kombûyî govend gerandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Newroz hatin berzkirin. Tevî baranê jî pîrozbahî nesekinîn, gerandina govendan ranewestiya. Pîrozbahiya li Hezexê bi gotina stranên Koma Hezex bi dawî bû.

MÛŞ

Li Mûşê bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li Qada Garê ya Trênê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Qada ku bi alên rengîn hat xemilandin, bi hatina gel a bi kincên neteweyî tije bû. Di pîrozbahiyê de parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û gelek welatî amade bûn.

Ciwan û jinan bi nîşaneyên serkeftinê û bi rengên kesk, sor û zer pîrozbahiya Newrozê bi coş kirin. Di pîrozbahiyê de herî zêde dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek e yek e gelê Kurd yek e” û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Gel bi dirûşmên “Newroza te pîroz be Serok Apo” û “Bijî Serok Apo” Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir.

Di deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadiyê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin. Her wiha li nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê Newrozê de bi dengê wî hatin guhdarkirin.

Hevşaredara Mûşê Tuba Sayilgan û Hevserokê DBPê Umut Yılmaz jî daxwaz kirin ku ev Newroz bibe wesîleya azadiya girtiyên siyasî û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

Piştî axaftinan, agirê Newrozê ji aliyê Dayîkên Aştiyê, siyasetmedar û girseya Newrozê ve hat pêxistin. Pîrozbahiyê bi stranên stranbêj Denîz Esmer berdewam kir û bi gerandina govendê bi dawî bû.

QİLEBAN

Pîrozbahiya Newrozê li navçeya Qileban a Şirnexê bi dirûşma ‘Newroza Azadî û Demokrasiyê’ hat pîrozkirin. Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn. Tevî baranê jî welatiyan zû dest bi hatina qada pîrozbahiyê kirin. Welatî bi cilên gelêrî û aksesûarên kesk sor û zer, heta qadê çûn. Di tevahiya pîrozbahiyê de, dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Newrozê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Pêşî, peyama Newrozê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwendin. Dema ku peyama Abdullah Ocalan dihat xwendin, jinan bi nîşaneyên serkeftinê peyam pêşwazî kir.

Hevseroka Bajarê Şirnexê ya DEM Partiyê Taybet Bîlgî di bernameyê de axivî û got: “Agirê Newrozê ku bi bedena Rahşan û Mazlum hatiye pêxistin qet venamire. Divê em yekîtiya xwe xurttir bikin û rêbertiya xwe bihêztir bikin. Yên ku hebûna gelê Kurd înkar dikin, ên ku di Newrozê de zilmê li me dikin, bila bizanibin em li vir in.”

MÊRDÎN

Pîrozbahiyên Newrozê ya navçeya Dêrika Mêrdînê a bi dirûşma “Azadî û Yekitiya Demokratîk” tê li darxistin bi coşeke mezin, dirûşm û govendan hat pîrozkirin. Welatiyên ji serê sibê li qadê kombûne, qad bi cil û bergên xwe yên rengîn, dirûşm û gevendan xemilandin.

Welatî bi stranan re govend gerandin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Yek e, yek e, yek e, Kurdistan yek e!” berz kirin. Li qadê, tevî hemû hewldanên astengkirinê, posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hate daliqandin. Li qada pîrozbahiya Cejna Newrozê, welatiyan bi coşeke mezin û rengîn Newroz li hev pîroz kirin bê navber govend gerandin.

Piştî axaftinan, agirê Newrozê bi dirûşmên "Newroz pîroz be" hat pêxistin. Welatiyên ku govend girtin gelek caran dirûşma "Bijî Serok Apo" û "Bê serok Jiyan nabe" berz kirin.

Bername bi govendê bi dawî bû.