Li navenda çandiniyê şewat derket

Li Navenda Çandiniyê ya li bajarê Kerama yê rojhilatê kantona Reqayê şewat derket.

Li navenda çandiniyê şewat derket
8 sibat, 2025   11:30
REQA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji herêmê ragihandine, di saetên vê sibehê de şewat li Navenda Çandiniyê ya li bajarê Kerama yê kantona Reqayê derket. Şewata ku heya niha sedemên wê nehat zanîn ji aliyê tîmên agirkujiyê ve hat vemirandin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê şewatê û der barê bûyerê de lêkolîn da destpêkirin.

(bb)

ANHA