Jiyanek di riya ronîkirinê de: Rojnamevan Azîz Koyluoglu

Hevalê me yê rojnamevan Azîz Koyluoglu ku di êrişa dewleta Tirk de şehîd bû, 32 salên jiyana xwe ji bo ronîkirina rastiyan û lêgerîna heqîqetê derbas kirin.

Jiyanek di riya ronîkirinê de: Rojnamevan Azîz Koyluoglu
8 sibat, 2025   11:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Tekoşer, kedkarê çapemeniya azad û lêgerînvanê heqîqetê Ezîz Koylioglu, di 27’ê Çileya 2025’an li herêma Ranya ya Silêmaniyê di êrişek dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. 

Têkoşer û Rojnemevan Ezîz Koyluoglu ku 32 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê ji bo ronîkirina rastiyan û heqîqetê borandin, li paytexat lehengiyê û berxwedanê, li navçeya Çinar a bajarê Amedê yê Bakûrê Kurdistanê, di sala 1976’an de ji dayik bûye.

Di nava malbateke welatparêz de, bi çanda berxwedanê ya Şêx Seîd û Mazlum Dogan mezin dibe.  Lewma hîn di temenê xwe yê biçûk de rastiya Kurd û Kurdistanê nas kir, ket pey lêgerîna heqîqetê.

Wekî her Kurdek welatparêz, ew jî dikeve ser rêya qeqîqetê, li gundê xwe dest bi tekoşîna jiyanê dike.

ji ber xebat û tekoşîna xwe gelek caran dikeve zindanê. Di 16 saliya xwe de bi îşkence û zordariya dewleta tirk re rû bi rû tê. Lê wî biryara xwe ya jiyanek azad ji zû ve dabû û bersiva wî dibe mezinkirina têkoşînê.

Hevrêyê me Azîz Koyluoglu, li ser vê mijarê wiha dibêje; “Di temenê zaroktiyê de ez girtim û avêtim zindanê, weke gelek zorkên Kurd îşkence û zorî li min kirin. Min famkir bêyî azadî jiyan nabe li Kurdistanê.”

Hevalê me Azîz Koyluoglu di sala 1994’an de Amed ê dest bi kar û xebata şoreşgeriyê dike, piştre derbasî metrepolên Tirkiyeyê dibe û li wê derê careke din tê girtin.

Ji sala 1996 heta sala 1998’an  3 caran tê girtin û di nava taritiya zinadanê de li berxwe dide, teslîm nabe û soza dayê Mezlûman bi cîh tîne.

Piştî tê berdan, bi birayrdayryeke mezintir meşa xwe yaa azadiyê didomîne. Bi coş, heyecan dibe rêwiyê riya qeqîqetê, bênavber têdikoşe ku heqîqeta dijminên Kurdan raxe ber çavan û civakê ronî bike.

RASTIYA ÇIYAYÊN AZAD TEYÎSAND

Di sala 2000’an hevalê me Azîz Koyluoglu, weke rojnamevan û lêgerînvanê rastiyê, li Herêmên Parastina Medya, li deverên Qendîl, Xakurkê, Xinêrê têkoşîn û jiyana gerîlayên azadiyê bi dîmen, wêne û nîvisên ji raya giştî re radigihîne.

Bi salan bi eşqeke mezin, ji çiyayekî derbasî çiyayek din dibe, bi nivîs, gotan û kameraya xwe berxwedanî û lehnghiya li çiyayên azad nîşanî cîhanê da, bû dengê rastiyê.

Hevalê me Azîz Koyluoglu di nava hevalên xwe de wekî kesayetek dilnizim, parveker û kedkar tê zanîn, li her cihekî ku têkoşîna jiyanek azad hebû, berxwê xwe dida wir.

BÛ DENGÊ ŞOREŞA ROJAVA

Dema ku li Rojava Şoreya 19’yê Tîrmehê (2012) destpê kir, ew jî sala 2013’an de berê xwe dide qada şoreşê. Li gelek bajar û gundên Rojavayê Kurdistanê digere, nas dike û şoreşê ji cîhanêre radigihîne.

Di sala 2018’an wexta ku dewleta Tirk a dagirker êrîşî Efrînê kir, hevalê me Azîz jî bêyî dudilî berxwe dide Çiyayê Kurmênc û berxwedana serdemê ku 58 rojan dom kir, şopand. Her wiha hovîtiya dewleta Tirk nîşanî hemû cîhanê da.

Wexta ku dagirkeran sala 2019’an êrişî Girê Sipî û Serêkaniyê kirin jî, hevalê Azîz vê carê li wir bû. Bi kamera, nivîs û nûçeyên xwe vê carê hovîtiya dagirkeran û berxwedana li dijî wê ragihand.

HEWLÊR, KERKUK, SILÊMANÎ

Hevalê me Azîz Koyluoglu, karê xwe yê rojnamevayê li Başûrê Kurdistanê jî li ser riya aşkerakirina heqîqê meşand. Ji Hewlêr heta Kerkuk û Silêmaniyê rastiyên siyasî, civakî, leşkerî şopandin, ji raya giştî ya Kurdistan û cîhanê re ragihandin.

NÛÇEGIHAN, EDÎTOR, ŞÎROVEKAR Û MAMOSTE

Rêhevalê me Azîz Koyluoglu, di 32 salên vê rêwîtiya xwe re di her astek ragihandinê de erkên girîng girtin ser milê xwe, wekî nûçegihan, edîtor, gerînende, şîrovekar û perwerdevan bû parçeyek ji rastiya civakê, bû dengê gel.

Li her qadeke ku lê karê rojnamevaniyê meşandiye, bi dehan rojnamevan perwerde kirin, gihandin. Îro jî li Bakûr, Başûr û Rojavayê Kurdistanê rojnamevanên ku wî perwerde kirine, rastiyan radigihînin. Bi vî rengî hevalê me Azîz bû yek ji stûnên Ragihandina Azad, bû hafizaya rastiyan.

Hevalê me Azîz Koyluoglu, herî dawiyê dema li Başûrê Kurdistanê karê rojnamevaniyê dimeşand, roja 27’yê Çileya 2025’an li ser Ranya ya Silêmaniyê di êrişek hovane ya dewleta Tirk a dagirker ku li ser wesayita ew tê de bû pêk hat de, şehîd bû.

(a)

ANHA