Komîteya Çandiniyê mazot li rojhilatê Dêrazorê belav kir

Komîteya Çandiniyê ya rojhilatê Dêrazorê beşa pêşîn ji mazotê ku 329 hezar litre ye û li ser 6 stasyonên rojhilatê Dêrazorê belav kirin.

Komîteya Çandiniyê mazot li rojhilatê Dêrazorê belav kir
Komîteya Çandiniyê mazot li rojhilatê Dêrazorê belav kir
7 ÇILE, 2024   17:30
DÊRAZOR

Ji girîngtirîn encamnameya Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstîqrarê ku di 22ˊyê Cotmeha 2023ˊyan li Dêrazorê de hatibû lidarxistin piştgiriya saktora çandiniyê ye.

Komîteya Çandiniyê ya rojhilatê Dêrazorê para mazotê ya komeleyên çandiniyê yên rojhilatê Dêrazorê bi nirxê 525 lîreyên Sûriyeyî ji bo her lîtirekê belav kir.

Ji bo hêsaniya pêvajoya belavkirina mazotê, mazot li 6 stasyonan hat belavkirin, ew jî ev in; Ebû El Hesen El Mustefa, Geranîc, Kişkiye, Şaifê, Hecîn û Muslih.

Para her komeleyekê cuda ye ew jî li gor rûbera zeviyên tomarkirî yên her komeleyekê ye. Di her avdanekê de ji bo her donimeke 10 lîtir mazot hatine diyarkirin.

(mh)

 ANHA