Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçevkirin

Li Mersînê di operasyonên qirkirina siyasî de endamê Meclîsa Partiyê ya HEDEP'ê Alî Bîlen jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Mersînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçevkirin
6 kanûn, 2023   12:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Mersînê serê sibehê bi hevdemî avêt ser gelek malan.

Di serdegirtinan de endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (HEDEP) Alî Bîlen û Demet Gokalp, Abdûllah Çapar, Cîhan Beyhan û Medenî Tûtmaz jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya bajarê Mersînê. Hate ragihandin ku hejmara kesên hatin binçavkirin dibe ku zêde bibe.