Hêzên Şamê 5 gundên Idlib û Helebê topbaran kirin

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran 5 gundên Idlib û Helebê topbaran kirin.

Hêzên Şamê 5 gundên Idlib û Helebê topbaran kirin
6 kanûn, 2023   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Fitêra, Sifohin û Filêfil ên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê û gundên Kefer Eme û Kefer Teal ên rojavayê Helebê topbaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê daxuyand ku çeteyên ′Fetih El Mubîn′ li derdora Melahe ya başûrê Idlibê bi guleya sekvanê leşkerekî hêzên hikumeta Şamê kuşt.

Ji destpêka îsal ve, di encama 428 operasyonan de ji êriş, sekvan, pevçûn û hedefgirtinan 478 kes ji welatî, leşkerên hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

(fr)