Li Lubnanê 1.civîna berfireh a jinan di PYDˊê de
Rêxistina Jinan a PYD'ê ya Lubnanê 1.civîna berfireh li dar xist. Di civînê de rewşa siyasî, girîngiya rêxistinkirina jinan û civakê û xweparastina jinan hatin nîqaşkirin.
Rêxistina Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê bi beşdariya bi dehan endamên rêveberiyê û komîteyên li tevahî herêmên Lubnanê 1.civîna berfireh li dar xist. Civîn bi sernavê ˊRêxistina jinan û civakê misogeriya azadiya Rêber Apo yeˊ hat organîzekirin.
Di civînê de perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan û rapora salê ji 2022 heta 2024'an hatin xwendin.
Piştre sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê hat pêşkêşkirin.
Beşdaran li ser rewşa siyasî, girîngiya rêxistinkirina jinan û civakê, girîngiya perwerdekirinê, xwendina analîzên Rêber Abdullah Ocalan, fêrkirina zimanê Kurdî û xweparastina jinan, nîqaş kirin. Her wiha beşdaran got pêwîst e xwedî li rêça şehîdan û berxwedanê derkevin û gotina Rêber Abdullah Ocalan a "şoreşa ku tê de jin neyên rêxistinkirin ne şoreş e", bi cih bînin.
Di dawiya civînê de encamnameyek diyarkirin û wiha ye:
1- Lidarxistina civînên salê, yên nîvê salê û yên asayî.
2- Beşdarbûna di perwerdeyên komîteyên PYD'ê û yên jinan ên Kongra Star de.
3- Rêxistinkirin û beşdarbûna di boneyên partiyê û nîştimanî de li gorî taybetmendiyên qadê.
4- Hilbijartina berdevkên hevbeş ên rêveberiyên hemû bajar û herêman.
5- Xebitîna li ser perwerdekirina endamên komîteyên PYD'ê.
6- Xurtkirina sazîbûna jinan di PYDˊê de.
7- Perwerdekirina ciwanan bi taybetî di çand û hunerê de û pêşxistina wan di civakê de.
8- Avakirina komîteyên lihevanînê.
(mh/fr)