Li Lîbyayê pevçûn: 4 kes hatin kuştin

Li bajarê Sermanê yê rojavayê Lîbyayê di encama pevçûna di navbera du koman de 4 kes hatin kuştin.

Li Lîbyayê pevçûn: 4 kes hatin kuştin
4 tebax, 2026   20:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên ewlehiyê ragihandin ku îro li bajarê Sermanê yê rojavayê paytexta Lîbya Terablusê di navbera komên çekdar de pevçûn derket, di encamê de 4 kes hatin kuştin û zêdetirî 10 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane AFP‘ê, pevçûn di navbera komeke girêdayî dezgeha Têkoşîna Lidijî Gefên Ewlehiyê û endamên Tabûra Milîs a 103‘an de derket.

Çavkaniyên ewlehiyê dane zanîn ku pevçûn belavî herêmên Serman û beşek ji bajarê Zawiyê bûn, ji bo rawestandina pevçûnan hewldan dewam dikin.

Hikumeta neteweyî ya Lîbyayê der barê bûyerê de tu daxuyanî nedaye.

(bb)