Hejmara qurbaniyên krîza Ceutayê gihîşt 75 kesan

Li gorî Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê, hejmara qurbaniyên krîza penaberan a Ceutayê gihîştiye 75 kesan. Hate ragihandin ku ku Spanyayê nêzîkî 70 hezar penaber vegerandin Ceutayê.

Hejmara qurbaniyên krîza Ceutayê gihîşt 75 kesan
4 tebax, 2026   19:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nunez ragihand ku hempêşeyî wî yê Spanyayê Fernando Grande-Marlaska  di civîneke vîdyoyî de ji wezîrên karên hundir ên Yekitiya Ewropayê re  gotiye, hejmara kesên di krîza penaberan a Ceutayê ya Spanyayê  de jiyana xwe ji dest dane gihîştiye 75‘an.

Li gorî Reutersê, Nunez da zanîn ku rayedarên Spanyayê di rojên dawîn de nêzîkî 70 hezar penaber vegerandine Ceutayê. Her wiha destnîşan kir ku wezîrên Yekitiya Ewropayê jî pesnê rêbaza Madrîdê ya dan û standina bi krîzê re dan.

Laurent Nunez got, welatê wî biryar daye ku bi hemahengiya rayedarên Îtalyayê re tedbîrên ewlehiyê li ser sînorê xwe yê bi Îtalyayê re asê bike.

(bb)