Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin

Kongra Star bi boneya nêzîkbûna salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
Têkildarî Pêngava 15‘ê Tebaxê civînek hat lidarxistin
4 tebax, 2026   20:39
QAMIŞLO

Kongra Star bi boneya nêzîkbûna salvegera Pêngava 15‘ê Tebaxê (1984) civînek li avahiya PYD‘ê ya li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişloyê li dar xist. Bi dehan şênî di civînê de amade bûn.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre endam Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Seîda Hiso axivî û dewletên mezin Kurdistan parçe kirin û Kurdan ji mafên wan bêpar hiştin, Rêber Abdullah Ocalan jî li hemberî van siyasetan banga avakirina tevegerekê kir.

Seîda Hiso di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku tevgera azadiyê bi pêşengiya têkoşer Mazlûm Dogan û Hakî Karer û hevalên wan ji bo parastina nasnameya kurdî û mafên gelê Kurd hat avakirin

Seîda bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî û got, pêngava şewitandina çekan peyama  ku Kurd aştî û mafên xwe dixwazin û şer naxwazin dide.

Seîda Hiso bi bîr xist ku Tevgera Azadiyê bi pêşengiya Fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) li hemberî siyasetên dagirkerên Kurdistanê di 15‘ê Tebaxa 1984‘an de têkoşîna çekdarî ragihand. Seîda ev pêngav wekî qonaxeke girîng di dîroka tevgera azadiyê de pênase kir û destnîşan kir ku Şoreşa 19‘ê Tîrmehê ya Rojava berdewama mîrateya Pêngava 15‘ê Tebaxê ye.

Kongra Star dê bi vê boneyê rêze civîn û çalakiyan li deverên din ên Qamişloyê li dar bixe.

(bb)

ANHA