Li Laziqiyê pevçûn: Kuştî û birîndar hene

Li taxa Remil a Başûr a li bajarê Laziqiyê di navbera koman de pevçûn derket. Tê gotin ku kuştî û birîndar hene.

Li Laziqiyê pevçûn: Kuştî û birîndar hene
22 gulan, 2026   11:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li taxa Remil a Başûr a bajarê Laziqiyê di navbera koman de pevçûn derket. Hate zanîn ku di pevçûnan de çek hatin bikarnaîn û bombe hatin avêtin.

Li gorî agahiyan di encama şer de kesek hat kuştin û hin kes birîndar bûn.

Hate diyarkirin ku dewriyeyên hêzên ewlehiya giştî ji bo bidawîkirina pevçûnê li taxê belav bûn û hejmarek kes girtin.

Li taxê alozî dewam dike.

(bb)