Rûsya kontrolkirina bajarokekî ragihand

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên wê bajarokê Anupole yê herêma Xarkîvê ya Ukraynayê kontrol kir.

Rûsya kontrolkirina bajarokekî ragihand
8 cotmeh, 2026   18:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê îro ragihand ku hêzên wê bajarokê Anupole yê herêma Xarkîvê ya rojhilatê Ukraynayê kontrol kir û di 24 saetên dawîn de hezar û 62 dron û 7 bombeyên rêberkirî xistine xwarê.

Li gorî daxuyaniya wezaretê, hêzên Rûsyayê pêşveçûnên xwe li beşên bakur û navîn ên bajarê Dobropolje yê başûrê rojavayê Donetskê didomînin û 103 avahî, wargeha werzîşê û stadyûma bajêr kontrol kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku li deryaya Reş jî keştiyek Ukraynî, wesayîteke zirxî ya Snatch a ku li Brîtanyayê hatiye çêkirin, cihên komkirin û depokirina dronan û depoyên çek û cebilxaneyan hatine rûxandin.

(bb)