Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê

Li bajarê Kobanê ji bo 2 cangoriyên azadiyê merasîmeke bi heybet hat lidarxistin û soza şopdandina rêya şehîdan hate nûkirin. lidarxistin

Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
Li Kobanê merasîma 2 cangoriyên azadiyê
19 cotmeh, 2025   15:37
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Firatê, endamên saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, Partiyên Sivîl û rêxistinên jin şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)`ê Berxwedan Kobanê (Tewfîq Ebdulrezaq Heto) ku di 18`ê Cotmeha 2025`an li Gundê Hûriyê yê Kobanê şehîd bûbû, îro li Pakerewangeha şehîd Dicle bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin.

Her wiha şehîd Kemal Cûdî (Kemal Kenco) ku di 16`ê Çileyê 2025`an li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, hate bi bîr anîn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, dûra hevseroka Meclîsa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a kantona Firatê Bêrîvan Ismaîl sersxî ji malbatên şehîdan re xwest û diyar kir ku ew ê xwedî li mîrasa şehîdan derkevin.

Bêrîvan anî ziman ku Gelê Bakur û Rojhilarê Sûriyê û bi teybet gelê Kobanê ji bo ku piştgiriya şervanan bikin, li bendava Tişrînê destan di dîrokên nivîsandin û wiha got: "Gelê me bi hemû awayî piştgiriya zarokên xwe kirin û li Bendava Tişrînê berxwedaneke bê hempa dan meşandin.

Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Mihemed Bozî jî destnîşan kir ku ew ê xewn û xeyalên şehîdên xwe pêk bînin û wiha got: "Şervanên me ji bo parastina axa xwe û gelê xwe li hemberî dijminê hovane têkoşîn û berxwedaneke bê hempa didin meşandin. Berxwedana şervanên me, berxwedaneke herî pîroze. Em ê jî her tim piştgiriya şervanên xwe bikin. Em her tim sozên xwe bi giyanên şehîdên xwe re nû dikin."

Piştî axaftinan wesîqa şehadetê hatin xwendin û radestî malbata şehîd Tewfîq û Kemal hatin kirin.

Cenazê şehîd Tewfîq bi tiliyên azadiyê û dirûşma "Şehîd namirin" hat oxir kirin.

(sş)

ANHA