Li Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê ragihand ku di encama êrişekê hewayî de li Wadî Şay a li sînorê parêzgeha Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin û hinek çek û belgeyên giring hatin desteserkirin.

Li Kerkûkê 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin
11 ÇILE, 2024   11:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Ragihandina Emnî ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku duh êvarî li devera Wadî Şay a li sînorê pareêzgeha Kerkûkê operasyonek hewayî hate lidarxistin û di encama operasyonê de 3 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Yekîneyên Fermandeya Operasyonên Kerkûkê û endamên Rêveberiya Îstixbarata Leşkerî dest bi lêgerîna na cihê êrişên asmanî kirin, di encamê de hejmarek teqemenî û kemberên DAIŞ’ê û veşartgeheke ku tê de tunel, teqemenî, bombe, kamera û jenerator hebûn, hat dîtin .

Heman daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bombeyek hat bêbandorkirin û hin belgeyên girîng û hejmareke tiştên lojîstîkî û xwarinê hatin bidestxistin.