Li Kanada û Sydneyê gel piştevanî da Rojava

Li bajarê Montrealê yê Kanadayê û Sydneyê yê Avusturalyayê çalakiyên girseyî li dijî êrişên li ser gelê Kurd û piştevaniya gelê Rojava.

Li Kanada û Sydneyê gel piştevanî da Rojava
2 sibat, 2026   21:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji destpêka êrişên li dijî gelê Kurd ê Rojavayê Kurdistanê ve, Kurdistanî û dostên wan ên li seranserî cîhanê ranewestîne, rojane meş, daxuyanî û çalakiyên cuda tên lidarxistin.

MONTREAL

Êrişên li ser Rojava, ji aliyê Kurdistanîyên li bajarê Montreal ê Kanadayê dijîn ve bi meşeke girseyî hatin protesto kirin. Çalakiya ku li navenda bajêr pêk hat, bi beşdariya zêde ya jin, ciwan û malbatan veguherî hevdîtineke mezin a piştgiriyê.

Di dema meşê de girseya ku qad dagirtibû, dirûşmên wekî “Şehîd namirin”, “Kurdistan wê bibe goristana barbaran”, “Kurdistan yek e”, “Kî ne em, Kurd in em”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî” û “Free Kurdistan” berz kirin.

Di meşê de axaftin hatin kirin ku êrişên li ser Rojava tenê bi polîtîkayên Tirkiyeyê sînordar nîn in; hate gotin ku bêdengiya DYA, NY û dewletên Ewropayê van êrişan hîn kûrtir dike. Beşdaran diyar kir ku divê civaka navneteweyî berpirsiyariyê bigire ser xwe.

SYDNEY

Di çarçoveya 1’ê Sibatê Roja Piştevaniya Rojava Cîhanê de, li navenda bajarê Sydney ê Avusturalyayê çalakiyek hat lidarxistin û êrîşên li ser Rojava hatin protesto kirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl peyamên piştevaniyê dan gelê Kurd.

Çalakiya ku ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) û Komeleya Ciwanên Kurd a Sydneyê ve hat organîzekirin, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên li Awusturalyayê beşdar bûn. Nûneran peyamên xurt ên piştevaniyê ji bo Rojava û gelê Kurd pêşkêş kirin.

Di çalakiyê de hat gotin ku divê mafên gelê Kurd ê Rojava di çarçoveya destûrê de were parastin, êrişên li dijî wê werin bidawîkirin.