Li Geverê 20 kes hatin destgîrkirin

Li Geverê polîsên Tirk bi ser mala de girt 20 kes destgîr kirin.

Li Geverê 20 kes hatin destgîrkirin
2 sibat, 2026   22:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk di saetên êvarê de li gelek taxên navçeya Geverê ya Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtinên ku bi hincetên "endamtiya rêxistinê" û "propagandaya rêxistinê" hatin kirin de herî kêm 20 kes hatin binçavkirin.

Hat diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Geverê.