Li Kabul û Tehranê xwepêşandanên li dijî Talîbanê

Li Kabul û Tehranê jinan li dijî zextên tevgera Talîbanê yên li ser jinan xwepêşandan li dar xistin.

Li Kabul û Tehranê xwepêşandanên li dijî Talîbanê
16 tebax, 2025   13:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Dengê Jinên Efgan û Tevgra Jinan a ji bo Azadiyê, li paytexta Efganistanê Kabulê û li paytexa Îranê Tehranê xwepêşandan li dijî zextên Talîbanê yên li dijî jinan li dar xistin.

Di xwepêşandanan de zext û biryarên giran ên Talîbanê yên li ser jinan hatin şermezarkirin. Xwepêşanderan destnîşan kir ku “siyasetên Talîbanê cudakariyeke civakî, sûcên dermirovî û terorîzm in."

Xwepêşanderan ji civata navneteweyî xwest desthilata Talîbanê nas neke û piştevaniya diravî ya ji bo wê rawestîne. Her wiha jê xwest cudakariya li ser esasê zayendî krîmînalîze bike û li şûna Talîbanê bi rêxistinên civaka sivîl ên Efgan re bide û bistîne.

Li Kabulê jî endamên Tevgera Rizgarkirina Jinan li cihekî girtî kom bûn û daxuyanî da. Jinan got: "Her gaveke li kolanên Kabula aram refleksa berxwedanê ye û her gotinek tîreke di dilê zordaran de ye.”

Ji dema ku Talîbanê 15’ê Tebaxa 2021’an desthilata Efganistanê bi dest xistiye, zext û biryarên giran li dijî jinan ferz kirine. Talîbanê jin ji mafên xebat û fêrbûnê û beşdariya di hemû qadên jiyanê de bê par hiştine.

(bb)