Li Îsraîlê 19 kes birîndar bûn

Di êrişa bi moşekan a Hizbullah a li naverasta Îsraîlê de 19 kes birîndar bûne.

Li Îsraîlê 19 kes birîndar bûn
2 mijdar, 2024   10:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Îsraîlê ragihand ku di êrişeke bi moşekan a Hizbullahê de 19 kes li bajarokê Teyra yê naverasta Îsraîlê birîndar bûne.

Desteya Weşanê ya Îsraîlê ragihand ku êrişa bi moşekan vê sibehê li ser avahiyekê pêk hat.

Medyayên xwecih ên Îsraîlê diyar kir  ku birîn sivik û navîn in.

(bb)