Qedexeya hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Abdullah Ocalan

“Cezayekî disîplînê” yê nû li Rêber Abdullah Ocalan hate birîn û qedexeya hevdîtina bi malbatê re jî dan.

Qedexeya hevdîtina bi malbatê re dan Rêber Abdullah Ocalan
2 mijdar, 2024   09:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Mezopotamyayê da zanîn ku “cezayekî disîplînê” yê nû li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn. Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî hevdîtina bi malbatê re serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê da. Dadgeriyê diyar kir ku di 16’ê Cotmeha 2024’an de, “cezayekî disîplînê” yê nû ji bo 3 mehan, li Rêber Abdullah Ocalan hatiye birîn.

Têkildarî hinceta “cezayê disîplînê” tu agahî nehatin dayîn. Parêzer, dê îtîrazê li biryarê bikin.

Di 23’yê Cotmehê de parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan piştî 43 mehan bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê 2 caran, ji bo hevdîtineke nû ya bi malbat û wasî re serlêdan hate kirin, lê tu bersiv nehatin dayîn.