Li Hindistanê ji ber hezazê bi kêmanî 26 kes mirin

Li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê, ji ber hezazê herî kêm 26 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li Hindistanê ji ber hezazê bi kêmanî 26 kes mirin
30 tîrmeh, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya Hindistanê ragihand ku ku ji ber hezazên li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê di saetên siharê de çêbûyî, herî kêm 23 kes mirin û îhtimal e ku bi sedan kes di bin axê de mabin. Her wiha diyar kir ku baranê û lawazbûna internêtê xebatên rizgarkirinê asteng dikin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser hesaba xwe ya dîjîtal a X’ê sersaxî xwest û diyar kir ku ew ê her cure alîkariya pêwîst bikin.