Rêveberiya Xweser: Cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn ne rewa ye

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk diyar kir ku biryara ceza ya li dijî rojnamevan Silêman Ehmed ne rewa ye û li dijî tevahî pîvan û yasayên navneteweyî yên têkildarî rojnamegeriyê ye. Daîreyê bang li saziyên têkildar kir ku ji bo serbestberdana Silêman Ehmed tavilê destwerdanê bikin.

Rêveberiya Xweser: Cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn ne rewa ye
30 tîrmeh, 2024   10:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh piştî 279 rojên di girtîgeha PDK’ê de, rojnamevan û edîtorê ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed, li Dihokê hat dadgehkirin. Dadgehê 3 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Silêman Ehmed birî.

Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî cezayê ku desthilata PDK’ê li rojnamevan Silêman Ehmed biriye, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku revandina Silêman Ehmed a ji aliyê desthilata PDK’ê ve binpêkirin e û têkildarî dema ragirtina wî di girtîgehê de jî hate gotin: "Ragirtina wî li dijî benda 123’yan a nûkirî ya qanûna şêwazê dadgehkirinên sûcan a sala 1971’an e. Li gorî vê bendê jî, mafê girtî heye di 24 saetan de parêzerên xwe bibînin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku biryara li dijî rojnamevan Silêman Ehmed ne adilane "Ji ber ku li gorî benda yekemîn a qanûna 21 a sala 2003’yan ku ji aliyê desthilata Başûr ve hatibû derxistin, hate dadgehekirin."

Di daxuyaniyê îşaret pê hat kirin ku cezayê li Silêman Ehmed hatiye birîn ne rewa ye û wiha hat gotin: “Hevalê me rojnamevan Silêman Ehmed bi awayekî qanûnî li bajarê Silêmaniyê kar dikir. Lew ra cezayê li wî hatiye birîn ne rewa ye, li dijî tevahî pîvan û qanûnên naveteweyî yên têkildarî karê rojnamegeriyê ye."

Di daxuyaniyê hat bibîrxistin ku Silêman Ehmed tu sûc nekirine û bi awayekî fermî derbasî Başûr bûbû. Bang li saziyên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan jî hat kirin ku ji bo serbestbana Silêman Ehmed tavilê mudaxele bikin.

Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmeha 2023’yan ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmeha 2023’yan dema xwest di deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Piştî 211 rojan agahî jê hat girtin. Parêzeran di 22’yê Gulanê de karîn hevdîtinê li gel Silêman Ehmed bikin. Silêman Ehmed piştî 279 rojan duh hate dadgehkirin û 3 sal cezayê girtîgehê lê hate birîn. 280 roj e di girtîgeha PDK’ê de tê girtin.

(bb)

ANHA