Di navbera komeke nenas û hêzên hikumeta Şamê de şer derket

Li Derayê di navbera hêzên hikumeta Şamê û komeke çekdar a nenas de şer derket.

Di navbera komeke nenas û hêzên hikumeta Şamê de şer derket
30 tîrmeh, 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku derengiya şevê li bajarê Enxel ê li bakurê Derayê şer di navbera komeke nenas û ‘Hêzên Ewlehiya Dewletê’ yên hikumeta Şamê de derket. 

SOHR’ê diyar kir ku di şer de çekên navîn û sivik hatin bikaranîn û da zanîn ku koma çekdar a nenas bi çekên RBG êrişî navenda ewlehiyê ya hêzên Şamê ya li Enxelê kir.

Têkildarî sedema şer jî SOHR`ê ev agahî parve kirin: “Hêzên Şamê jinek û zarokên wê û xizmekî wan dema diçûn Lubnanê, li ser sînorê Lubnan-Sûriyeyê revandin. Xelk û rûspiyên Sehil Horan û gundewarên Şamê ji hêzên hikumeta Şamê xwest jin û zarokên wê ku ji bajarê Senemên ên li bakurê Derayê ne, serbest berdin û ji bo serbestberdana wan muhletek dabû.”

SOHR’ê diyar kir ku piştî bidawîbûna muhletê neberdana revandiyan koma nenas êrişî navenda ewlehiya ya hêzên hikumeta Şamê ya li Enxelê kir û şer derket.

(bb)