Bi kêmanî 110 hezar kes ji başûrê Lubnanê koçber bûne

Hate zanîn ku ji destpêka şerê Îsraîl û Hizbullahê ve zêdetirî 110 hezar kes ji başûrê Lubnanê koçber bûne.

Bi kêmanî 110 hezar kes ji başûrê Lubnanê koçber bûne
17 tebax 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh ragihand ku ji destpêka Cotmeha 2023’yan anku ji destpêka şerê artêşa Îsraîl û Hizbullah ve, zêdetirî 110 hezar kes ji başûrê Lubnanê koçber bûne.

Nivîsgehê diyar kir ku ji koçberan ji sedî 35 zarok in û derdora 150 hezar kes hîna li herêmên sînorî yên li başûrê Lubnanê ne.

Li gorî nivîsgehê, ji sedî 23’yê niştecihên başûrê Lubnanê ji ber nebûna ewlehiya xurekê zehmetiyan dikişînin. Nivîsgehê bi bîr xist ku di Adara 2024’an de hejmara niştecihên ku zehmetiyên nebûna ewlehiya xurekê dikişand, ji sedî 23 bû.

Nivîsgehê diyar kir ku dê hewldanên alîkardayînê berdewam bikin, lê pêwîstiya wan bi finansekirinê heye.

Li gorî AFP’ê jî ku daneyên xwe dispêre desthilata Lubnanê, di encama şerê di navbera Hizbullah û artêşa Îsraîlê de bi kêmanî 870 kes (bi kêmanî 118 sivîl û zêdetirî 370 çekdarên Hizbullahê) hatine kuştine. Lê Hizullahê gelek caran agahiyên li ser kuştina endamên xwe derewandin.

(bb)