Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan

Tevgera Hîlala Zêrîn bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî, li Hesekê şanoyên"Qewêtiya Cegerxwîn" û "Yekta" pêşandan kir.

Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan
Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan
Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan
Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan
Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan
Li Hesekê bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî şano hatin pêşandan
29 adar, 2026   19:41
HESEKÊ

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî, Tevgera Hîlal Zerîn li navenda xwe ya li bajarê Hesekê, bi amadebûna bi dehan niştecihên bajêr û hejmarek hunermend û nivîskaran, çalakiyek hunerî li dar xist ku tê de 2 şano pêşkêş kir.

Di çalakiyê de şanoya bi navê "Qewêtiya Cegerxwîn" hate pêşkêşkirin, ku li ser jiyana Cegerxwîn bû. Ev berhem ji aliyê Komîna Şano ya El Cizîrê ve hate pêşkêş kirin.

Her wiha  şanoya bi navê "Yekta" ji aliyê Şanoya Çiya ve hate pêşkêşkirin, ku li ser jiyana şervan û hunermend Yekta Herokol bû.

Roja Şanoyê ya Cîhanî di 27'ê Adara 1961'an de ji aliyê Enstîtuya Şanoyê ya Navneteweyî ya UNESCO'yê ve bi armanca balkişandina ser girîngiya şanoyê wekî amûrek ji bo derbirîna çandî û pêşxistina diyalogê di navbera gelan de hate ragihandin.

(ac)

ANHA