Şêniyên Çilaxa şehîdên Hefteya Lehengiyê bi bîr anîn

Şêniyên bajarokên Abirê û Kêşkê yê bajarê Çilaxa şehîdên Hefeteya Lehengiyê bi bîr anîn û diyar kirin ku berxwedana şehîdan bû sedem ku bibin sembola têkoşîna Netewî ya Rizgariya Kurdistanê, her wiha mîrateya wan di dîroka gelê Kurd de nemir e û li ser rê û gotinên wan şênî têkoşîn û berxwedana xwe li dijî dagirkeran dewam dikin.

29 adar, 2026   16:48
QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarokê Çilaxa li bajarokên Abirê û Kêşkê, 2 civînên cuda ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Qehremaniyê li dar xist.

Şênyên bajarokan her wiha endamên saziyên sivîl û xizmetguzariyê, Meclîsa Bajarê Çilaxa û endamên Kongra Star berşdarî civînê bûn.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kirin, di civînan de rêveberê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zinar Efrîn axivî, têkoşîna ku rêber Abdullah Ocalan li Îmraliyê û hemû welatparêzên Kurd nîşan dane nirxand û di şexsê şehîdên Hefteya Lehengiyê de hemû şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Zinar Efrîn destnîşan kir ku şehîd Mezlûm Dogan û Masûm Korkmaz (Egîd) ji bo parastina nirx û destkeftiyên civaka xwe rêya berxwedanê hilbijartin.

Di dawiyê de, Zinar Efrîn li ser girîngiya bal kişand ser gitîngiya parastina mîrateya şehîdan û berdewamiya rêbaza wan.

 (ac)

ANHA