Li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Komploya Navneteweyî hate şermezarkirin

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bajarê Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî gelek çalakî li dar ketin. Di çalakiyan de, teqezî bi berdewamkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hate kirin.

8 sibat, 2024   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Çalakiyên şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin ku Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Dêrikê civînek li stada sergirtî ya Kornîş a li bajêr li dar xist. 

Bi dehan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, xizm û malbatên şehîdên bajarê Dêrikê, gund û bajarokên li derdorê tev li civînê bûn.

Di civînê de endamê Meclisa Bajarê Dêrikê Ehmed Elî têkildarî komployê axivî û diyar kir ku felsefeya Rbêer aBdullah Ocalan rêya tunekirina kapîtalîzmê, belavkirina demokrasiyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş di navbera gelan de ye.

Di dawiyê de Elî bang li pêkhateyan kir ku xwedî li rêgeza neteweya demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

TIL HEMÎS

Li Til Hemîsê şênî, endamên saziyên sivîl, partî li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê civiyan.

Endamê rêveberiya Meclisa Navçeyê Fayiq El Ehmed di civînê de diyar kir ku divê gelê herêmê projeya neteweya demokratîk pêk bîne, ji ber ku tenê bi rêya vê projeyê, dikare xwe birêxistin bike û yekitiya xwe xurt bike.

ÇILAXA

Koordînasyona Mamosteyên Jin a Komîteya Rêveberiya Dibistanan a navçeya Çilaxa civînek li Navenda Çand û Hunerê ya navçeyê li dar xist.

Di civînê de endama Komîteya Rêveberiya Dibistanan Nezha Seyfudîn axivî û hûrguliyên Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şîrove kirin.

Nezha diyar kir ku komplogeran xwestin bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, vîna gelên bidest bişikînin. Her wiha destnîşan kir ku hêzên komploger, negihiştin armanca xwe ji ber ku gelan xwedî li fikrê Rêber Abdullah Ocalan derketin.

Nezha bang li her kesî kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, têkoşînê mezin bikin.

HESEKÊ

Meclisa Ciwan û Werzîşê ya HEsekê panelek bi sernavê "Bi giyanê şerê gel ê şoreşgerî em ê dîwarê Îmraliyê bişikînin" li Xwaringeha Xabûr a li taxa Til Hecer a bajarê Hesekê li dar xist. Endamên saziyên sivîl, ciwan û partî tev li panelê bûn.

Di panelê de hevseroka Meclisa Bajarê hesekê Xebat Silêman, hevseorka Meclisa Ciwanên Sûriya Demokratîk Lîna Tahir axivîn û destnîşan kir ku komplogeran di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de xwestin PKK`ê tune bikin û rê nedin ku fikrê wî di nav gelên bindest de belav bibin.

Her wiha bang li ciwanan kir ku têkoşînê mezin bikin, tecrîdê bi dawî bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê endama Meclisa Ciwanan a Sûriya Demokratîk Leyla Hisên ve hate xwendin û sinefizyonek têkildarî Komploy Navneteweyî hate pêşandan.

DIRBÊSIYÊ

Yekitiya Jinên Ciwan a navçeyê panelek li dar xist. Di panelê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî hate pêşandan.

Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Êlîza Hiso axivî û balkişand ser girîngiya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan. Êlîza bang li ciwanna kir ku têkoşînê mezin bikin ji bo ku azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

ŞEHBA

Partiya Sûriya Pêşerojê û Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê li pêşiya avahiya meclisê ya li navçeya Fafînê daxuyaniyek da. Endamê partiyê Şêxmûs Mistefa daxuyanî xwend û Komploya Navneteweyî bi kuştina mirovahiyê bi nav kir.

Mistefa Komploya Navneteweyî şermezar kir û destnîşan kir ku ev komplo, li dijî gelên aştîxwaz e.

HELEB

Kongra Star li hola civînan a Meclisa Taxa Şehîd Cengîz a Helebê semînerek da. Di semînerê de komplo, encamên wê şîrove kir. Bi dehan endamên saziyên sivîl û komîn tev li semînerê bûn.

Di semînerê de sinevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan. Dûre hevseroka Melcisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye ya Helebê Hêvîn Silêman axivî û got: "Em ê têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan berdewam bikin. Heta azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin, em ê têkoşînê mezin bikin."

(şx)

ANHA