Li herêma 'bêçek' şer û êrişên hewayî

Balafirên şer ên Rûsyayê bajarokên li çiyayê Zawiyê yê li başûrê Idlibê bombebaran kirin. Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî noqteyên hev ên li bejahiya Hema û Idlibê topbaran kirin.

Li herêma 'bêçek' şer û êrişên hewayî
30 cotmeh, 2023   12:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), balafireke şer a Rûsyayê vê sibehê derdora bajarokê Kensefra yê başûrê çiyayê Zawiyê yê Idlibê bombebaran kir, lê agahiyên der barê kuştî û birîndaran de parve nekirin.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran gundên Enkawî û Qahîre yên Sehl El Xab li rojavayê Hemayê û gundên Fitêra, Filêfil û Sifohin ên li çiyayê Zawiyê û derdora bajarokê Biniş li Idlibê topbaran kirin.

Her wiha çeteyên ′Fetih El Mubîn′ û çeteyên ′Tehrîr El Şam′ nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li gundê Berîc ê başûrê Idlibê û gundê Emqiye yê li Sehl El Xab li rojavayê Hemayê bi hawanan topbaran kirin.

Her wiha hêzên Şamê û çeteyên ′Fetih El Mubîn′ noqteyên hev ên li derdora çiyayê Ekrad ê li bakurê Lazîqiyê û gundê Eyn Îsa topbaran kirin. Hemwextî wê jî balafirên keşfê yên Rûsyayê li asîmanê herêmê geriyan.

(fr/c)