Li Hemayê mayînek teqiya; zarokek mir, bavê wî birîndar bû

Di encama teqîna mayînekê ji bermahiyên şer li gundewarê Hemayê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û bavê wî birîndar bû.

Li Hemayê mayînek teqiya; zarokek mir, bavê wî birîndar bû
24 nîsan, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibehê mayînek ji bermahiyên şer li gundê Birêdîc ê Hemayê teqiya, di encamê de zarokekî 10 salî jiyana xwe ji dest da û bavê wî birîndar bûn.

LI gorî Gerînendetiya Tenduristiyê ya Hemayê zarokek ji ber teqîna mayînekê di beşa nûjdariyê ya Nexweşxaneya Wetenî ya Siqêlbiyê de jiyana xwe ji dest da û bavê wî yê ku ji ber parçeyên mayînê birîndar bûbû derman kirin.

(fr)