Bîlançoya nû ya êrişên li ser Herêma Kurdistanê

Piştî destpêkirina şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de, Herêma Kurdistanê bûye yek ji qadên sereke yên êriş û bombebaranan. Li gorî raporeke rêxistina CPT-Amerîkayê, di nav van 40 rojan de, Artêşa Pasdaran û komên hevpeymanên wê li Iraqê 647 êriş pêk anîne.

Bîlançoya nû ya êrişên li ser Herêma Kurdistanê
24 nîsan, 2026   16:14
NAVENDA NÛÇEYAN

 Rêxistina Avakirina Aştiya Civakê ya Amerîkayê ya li Kurdistanê-Iraqê (CPT) raporeke nû derbarê êrişên balafirên bêmirov û mûşekî yên rejîma Îranê li ser Herêma Kurdistanê belav kir.

Li gorî rapora rêxistinê;

“Di nava 40 rojan de, Artêşa Pasdarên Îranê û komên hevpeymanên wê li Iraqê 647 êriş pêk anîne û di van êrişan de 123 kes li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî ku 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 101 kesên din jî birîndar bûne, ji vê hejmarê giştî 24 kes welatiyên sivîl bûn.

Piştî di 28’ê Sibata 2026’an de destpêkirina şer û êrişên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, Herêma Kurdistanê ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê û komên ser bi Îranê yên li Iraqê, rastî bi sedan êrişên balafirên bê mirov û mûşekan hat. Ango ji destpêka şer heta ragihandina agirbestê di 7’ê Nîsanê de, 647 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatin kirin.

Tevî ragihandina agirbestê jî, Îran û komên girêdayî wê li Iraqê êrişên xwe yên li ser Herêma Kurdistanê berdewam kirin û ji 8’ê Nîsanê heta 24’ê Nîsanê, 48 êrişên din pêk anîn. Bi vî awayî ji destpêka şer heta niha 695 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatine kirin. Di dema agirbestê de, kamp û baregehên partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên li Iraqê armancên sereke yên êrişan bûn. Li gorî beriya agirbestê, piraniya êrişên niha rasterast ji aliyê Îranê ve hatine kirin.

ÊRİŞÊN Jİ 28’Ê SİBATÊ HETA RAGİHANDİNA AGİRBESTÊ

Artêşa Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê, di nav çil rojên şer de (ji 28’ê Sibatê heta 8’ê Nîsanê), 647 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Piraniya êrişan li ser konsolxane û baregehên leşkerî yên Amerîkayê bûn ku 277 caran êriş hate kirin. Baregehên Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, cihên sivîl, zeviyên neftê û parzûngeh, kompanyayên ragihandinê, saziyên sivîl û leşkerî yên ku beşdarî şer nebûne, di rêza duyem de bûn û 224 caran bûn armanc. Kamp û baregehên partiyên Kurd ên Rojhilat li Herêma Kurdistanê di rêza sêyem de bûn û 146 caran bûn armanca êrişan. Artêşa Pasdaran berpirsyarê ji sedan 31.8’ê van êrişane û komên girêdayî wê jî ji sedan 68.2’ê êrişan pêk anîne. Her wiha ji sedan 42.8’ê êrişan li ser saziyên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê bûn.

ÊRİŞÊN Dİ DEMA AGİRBESTÊ DE (8 NÎSANÊ HETA 24’Ê NÎSANÊ

Piştî ku di 8’ê Nîsanê de her du aliyên şer agirbest ragihandin û danûstandinên li Îslamabadê destpê kirin, dihat hêvîkirin ku êrişên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê jî bisekinin û agirbest Herêma Kurdistanê jî bigire nav xwe. Lê Artêşa Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê li Iraqê êrişên xwe berdewam kirin. Di dema agirbestê de, Herêma Kurdistanê rastî 48 êrişan hatiye. Ji vê hejmarê, Artêşa Pasdaran ji sedan 75’ê êrişan pêkaniye û komên girêdayî wê yên li Iraqê jî ji sedan 25’ê êrişên di dema agirbestê de pêk anîne. Ev yek nîşan dide ku li gorî beriya ragihandina agirbestê, piraniya êrişan rasterast ji aliyê Artêşa Pasdaran ve hatine kirin.

Di dema agirbestê de, piraniya êrişan li ser baregehên partiyên Kurd ên Rojhilat bûn ku 37 êriş hatin pêkanîn û ev jî ji sedan 77.1’ê tevahiya êrişan pêk tîne. Baregehên Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihên sivîl 7 caran hatine bombebaran kirin ku ev jî ji sedan 14.6’ê êrişan bû. Di dema agirbestê de, herî kêm êriş li ser saziyên dîplomatîk û serbazî yên Amerîkayê hatine kirin ku tenê 4 êriş bûn û ji sedan 8.3’ê tevahiya êrişan pêk tîne. Ev jî wê rastiyê derdixe holê ku baldariya leşkerî ya Artêşa Pasdaran di dema agirbestê de, ji armanc girtina saziyên Amerîkayê guheriye ber bi armanc girtina baregeh û kampên partiyên Kurd ên Rojhilat ên li Herêma Kurdistanê. Her wiha agirbest û rawestandina şer a di navbera Amerîka û Îranê de, nebûye garantiyek ji bo rawestandina êrişên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê.

TEVAHİYA ÊRİŞAN (28’Ê SİBATÊ HETA 24’Ê NÎSANÊ):

Ji destpêka destpêkirina şer heta niha, 695 êriş li ser Herêma Kurdistanê hatine pêkanîn. Ji van êrişan, ji sedan 34.8 rasterast ji aliyê Îranê ve hatine kirin û komên girêdayî Îranê yên li Iraqê jî berpirsê ji sedan 65.2’ê êrişên li ser Herêma Kurdistanê ne.

Ji ber hebûna Konsolosxaneya Giştî û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Hewlêrê û herwiha hebûna herî zêde ya kamp û baregehên leşkerî yên partiyên Kurd ên Rojhilat, piraniya êrişan li ser sînorê parêzgeha Hewlêrê bûn. Parêzgehên Silêmanî, Dihok û Helebceyê, di warê rêjeya armanc girtinê de di rêzên duyem, sêyem û çarem de bûn.

Hejmar û rêjeya êrişan li gorî sînorê parêzgehan:

-Hewlêr: 544 êriş – ji sedan 78.3

-Silêmanî: 123 êriş – ji sedan 17.7

-Dihok: 22 êriş – %3.2

-Helebce: 6 êriş – %0.8

Êrişên bi rêya balafirên bêmirov, mûşek, topbaran û gulebaranan hatine encamdan bi vî awayî ne:

-551 êriş bi rêya balafirên bêmirov ên xwekuj hatine kirin.

-131 êriş bi rêya mûşekan hatine kirin.

-12 êriş bi rêya topbaranê hatine kirin.

-1 êriş jî bi rêya gulebaranê hatiye encamdan.

Armancên êrişan:

CPT-Amerîka amancên êrişên Artêşa Pasdarên Îranê û komên girêdayî wê yên li Iraqê yên li ser Herêma Kurdistanê, di sê grûpan de belav kirine. Grûpa yekem; saziyên dîplomatîk û baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Herêma Kurdistanê ne. Grûpa duyem; partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê yên ku bi dehan salin li Herêma Kurdistanê ne û di kamp û niştecihên taybet de dimînin. Grûpa sêyem jî; Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, saziyên sivîl û fermî, cihên niştecihbûnê, navendên bazirganî û enerjiyê, malên welatiyên sivîl û ew saziyên ku ne beşdarî şerê Îran û Amerîkayê ne.

Hejmar û rêjeya êrişên li ser van grûpan ji destpêka şer ve bi vî rengî ye:

-Konsulxane û baregehên serbazî yên Amerîkayê: 281 êriş – ji sedan 40.5

-Saziyên sivîl, cihên niştecihbûnê û aliyên ne beşdarî şer: 231 êriş – ji sedan 33.2

-Partiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê: 183 êriş – ji sedan 26.3

Ji 695 êrişên bi balafirên bêmirov û mûşekan, 407 êriîş bi rêya sîstema parastina hewayî, êrişên balafirên şer yan jî gulebarana rasterast, beriya ku li armancên xwe bikevin, hatine pûçkirin. Ango ji sedan 58.6’ê êrişan hatine pûçkirin.

ZİYANÊN CANÎ Û MADÎ

Ji 28’ê Sibatê heta 24’ê Nîsana 2026’an, di encama êrişan de 123 kes li Herêma Kurdistanê bûne qurbanî; ji wê hejmarê 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 101 kes jî birîndar bûne. Ji hejmara giştî 24 kes ji qurbaniyan welatiyên sivîl bûn.

Ji bilî ziyanên canî, êrişan ziyanên madî yên mezin gihandine welatiyên Herêma Kurdistanê. Bi vî awayî, ziyan gihîştiye zêdetirî 67 xanî û cihên niştecihbûnê û 45 otomobîlên welatiyên sivîl.

îma Kurdistana Iraqê ya CPT’yê, biryara dirêjkirina dema agirbestê bi dilxweşî pêşwazî dike. Lê li gel rawestandina êrişên leşkerî yên aliyên vî şerî li dijî hev, pêwîste demildest êrişên Îranê û komên girêdayî wê yên li ser Herêma Kurdistanê jî bên rawestandin. Berpiryartî li ser hikûmeta Iraqê ye ku serweriya xaka Iraqê biparêze û komên girêdayî Îranê yên ku ji Iraqê êrişî Herêma Kurdistanê dikin, rawestîne. Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê di zûtirîn dem de ji bo tezmînkirina welatiyên ku di vî şerî de ziyan dîtine kar bikin. Ev yek jî li gorî yasaya jimara 20 ya sala 2009’an û yasaya jimara 57 ya sala 2015’an a guhertî di Encumena Nûnerên Iraqê de were kirin.”