Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin

Jinên kantona Firatê bi boneya salvegera 5`emîn a komkujiya Helincê, ku di encamê de 3 jinên pêşeng şehîd bûn, mûm pêxistin.

Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin
Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin
Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin
Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin
Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin
Li Helincê, li cihê komkujiyê mûm hatin pêxistin
23 hezîran, 2025   21:23
KOBANÊ

Bi dehan jinên ji kantona Firatê bi boneya salvegera 5’an a komkujiya gundê Helincê yê bajarê Kobanê mûm li cihê bûyerê pêxistin. 

Di çalakiyê de, keça Yadê Emîne Weysî û cîgira Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Kantona Firatê Mizgîn Xelîl axivî û got: "Di şexsê dayika min de çanda dayîkên xwedawend û têkoşîna jinan kirin hede. Bi wê re xwestin dîsa kirasê koletiyê li bejna jinê bikin. Lê nizanin ku jin bi saya felsefeya û fikra Rêber Abdullah Ocalan êdî ji wan hişmeniya rizgar bûye."

Dûre li ber wêneyên şehîd Zehra Berkel, Yadê Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl mûm hatin pêxistin.

Roja 23`yê Hezîrana sala 2020`an, balafirên bêmirov ên artêşa dewleta Tirk a dagirker malek li gundê Helincê yê kantona Kobanê bombebaran kiribû, di encamê de endamên Kongra Star Zehra Berkel, Emîne Weysî û Hebûn Mele Xelîl şehîd bûbûn.

(fr)