‘Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê siyasetmedarên Kurd da zanîn ku 26 sal e Rêber Abdullah Ocalan bi fîzîkî di zindanê de ye, lê ji hêla fikrî ve di mêjî û dilê wan de ye û got ger dewleta Tirk di milê demokratîkkirina Tirkiyeyê de samîmî be divê deriyên hevdîtinan li hemû beşên civakê veke.

‘Em dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin’
24 hezîran, 2025   02:45
HESEKÊ
BAZ MORDEM

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd, endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Hesekê Şêrîn Oso û hevserokê Lijneya Tanzîmî ya PYD’ê ya bajarê Hesekê Mihemed Eşref Elî di çarçoveya kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînim” de ji ajansa me ANHA’yê re axivîn.

Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Hesekê Ferhan Dawûd bal kişand ser banga dîrokî ya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku piştî banga dîrokî di nava Tirkiyeyê de xitimandina heyî wek destpêkekê çareser bû.

Ferhan Dawûd destnîşan kir ku banga Rêber Abdullah Ocalan tenê ne li Tirkiyeyê, li Rojhilata Navîn jî xwedan çareseriyeke girîng bû û diyar kir ku aloziyên herêmê bi pergala netewedewletê ne pêkan e. Ferhan Dawûd bal kişand ser formula neteweya demokratîk û anî ziman ku tekane çareseriya aloziyên li herêmê pergaleke demokratîk e. Her wiha Ferhan Dawûd gotina xwe wiha domand: “Birastî ji hêla tevgera azadiyê û gelê Kurd ve biryara fesihkirina PKK’ê ne tiştekî hesan bû. Lê ruxmî gavavêtinên Rêber Apo yên wêrek jî, heya niha jî dewleta Tirk gavên ku pêwîst e avêtibûna hîna neavêtine.”

‘HÎNA TECRÎDA LI SER RÊBER APO DIDOME’

Ferhan Dawûd bal kişand ser hevdîtinên şandeya DEM Partiyê û malbatan a li girava Îmraliyê ya serdana Rêber Abdullah Ocalan û destnîşan kir ku her çi qasî bi qismî pêşiya hin hevdîtinan hatibe vekirin jî hîna tecrîda heyî bi temamî li ser Rêber Abddullah Ocalan ranebûye. Ev jî dide diyarkirin ku hîna tecrîda heyî berdewam e.

‘GER DEWLETA TIRK SAMÎMÎ BE DIVÊ JI BO HEVDÎTINAN GAVÊN PÊWÎST BIAVÊJE’

Ferhan Dawûd diyar kir ku ger dewleta Tirk di gav avêtinê de samîmî be ku pirsgirêka herî bingehîn ya Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê mafên azadî û wekheviyê çareser bike, lazime ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re yekser hevdîtin pêk bê gavên pêwîst biavêje û got; “Li Kurdistanê û Ewropayê kesên siyasetmedar, rewşenbîr, hunermed û hwd. karibin biçin girava Îmraliyê û bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin. Em ji cihên eleqeder re bang dikin ku ji bo banga Aşîtî û Civaka Demokratîk pêk were lazime derfetên xebata Rêber Apo bên avakirin. Li ser vî esasî em jî û gelê me yên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê em piştgiriya vê kampanyayê dikin jî dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê pêkbînin.”

Endama Meclisa Jinan a PYD’ê ya bajarê Hesekê Şêrîn Oso destnîşan kir ku dewleta Tirk li gorî merhaleya heyî nêz nabe û diyar kir ku ji bo bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk werin çavên hemû beşên civakê li girava Îmraliyê ne.

Şêrîn Oso got: “Banga me û daxwaza me ew e ku serdana Rêber Apo bikin.”

Hevserokê Lijneya Tanzîmî ya PYD’ê ya bajarê Hesekê Mihemed Eşref Elî jî da zanîn ku Rêber Abdullah Ocalan 26 sal e di zindanê de ye û diyar kir ku her çi qas di milê fizîkî de ji wan dûr ketiye lê di milê fikir û felsefeyê de di mêjî û dilê wan de ye.

Mihemed Eşref Elî da zanîn ku di van her du mehên dawî de gelek agahî ji Rêber Abdullah Ocalan hatine û got: “Hemû siyasetmedar û beşên civakê xwe li gorî nêrînên Rêber Apo dizayn dikin û li gor fikrên wî dimeşin. Em jî wek siyasetmedarên Kurd dixwazin bi Rêber Apo re rûnin û fikrên nû jê bigirin da ku rêya çareseriya ji aloziyên Rojhilata Navîn ji me re şîrove bike.”

ANHA