MSD'ê bi kesayetên siyasî û civakî re civiya

Duh endamên Nivîsgeha Têkiliyan a MSD'ê bi kesayetên siyasî, civakî û kesayetên rewşenbîr ên bajarê Qamişlo re civiya. Armanca civînê ew e ku li gorî stratejiya xebata neteteweyî li Cizîrê komîteyeke amadekar were avakirin.

MSD'ê bi kesayetên siyasî û civakî re civiya
21 gulan, 2024   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di civînê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî û cîgirên hevseroketiya MSD'ê Canda Mihemed û Elî Rehmon, hevseroka Nivîsgeha Ragihandinê Şêra Osê û endamên Nivîsgeha Têkiliyan a Cizîrê beşdar bûn.

Hesen Mihemed Elî li ser krîza Sûriyeyê û girîngiya yekkirina hêzan û nêrînên siyasî yên neteweyî ji bo yekparebûna gelê Sûriyeyê axivî.

Mihemed Elî diyar kir ku MSD'ê li gorî helwestên xwe yên neteweyî di karê xwe de dewam dike, da ku lihevkirinên neteweyî yên ji bo çareseriya krîza Sûriyeyê pêk bîne.

Di civînê de belgeyên li ser bingehên diyaloga neteweyî hatin pêşkêşkirin. Piştî belge hatin xwendin, li ser naveroka wê nîqaş çêbûn, guhartin çêbû û ji nû ve madeyên wê hatin sazkirin. Li kêlek wê jî bendên nû lê hatin zêdekirin û lihevkirin li ser xetên giştî hat kirin.

Beşdaran destnîşan kir ku doza Kurdî dozeke neteweyî ya Sûriyeyê ye û divê di çarçoveya Sûriyeyî de were çareserkirin. Beşdaran guhartina demografîk li seranserî xaka Sûriyeyê red kir.

Her wiha hat teqezkirin ku nasnameya giştî ya neteweyî ya ku ne dijî nasnameyên xwecih ye, yek ji rêbazên têkbirina hewldanên derve yên li dijî hevgirtina civakê ye.

Beşdaran teqezî bi girîngiya diyaloga Sûriyeyî - Sûriyeyî û avakirina sîwaneke siyasî ya neteweyî ji bo opozîsyona demokratîk li Sûriyeyê ku krîzê bi rêbazên aştiyane çareser bike, kir.

Di mijara duyemîn a civînê de makanîzmayên xebatê hatin nîqaşkirin. Di encamê de komîteyek bi navê Însiyatîfa Diyaloga Sûriyeyê li Cizîrê hat avakirin. Armanca wê ew e ku li bi hêzên din re li xalên hevbeş bigire da ku nêrîn bibin yek û bigihînin lihevkirinên çareserî û bidawîbûna krîza Sûriyeyê.

(mh)