Li Helebê pêdiviyên dibistanan li xwendekaran belav kirin

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk pêdiviyên dibistanan li 2 hezar û 500 xwendekarên dibistanên Rêveberiya Xweser ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê belav kirin.

23 îlon, 2025   15:24
HELEB

Di çarçoveya xebatên piştgiriya sîstema perwerdeyê de û bi armanca alîkariya malbatan, Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk a Helebê pêwistiyên dibistanan li 2 hezar û 500 xwendekaran belav kirin.

Pêdivî li xwendekarên 3 dibistanên taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd hatin belavkirin. Dibistanên pêdivî li wan hatin belavkirin ev in: Dibistana Şehîd Cûdî Emanos, Dibistana Şehîd Qehreman Efrîn û Dibistana Şehîd Avaşîn Demhat.

 Endamê Komîteya Perwerdeyê Ebdela Cefer diyar kir ku alîkarî ji lênûsk, pênûs û çenteyan pêk tê. Ebdela Cefer diyar kir ku ji ber rewşa jiyanî ya zehmet a her du taxan û embargoya li ser wan hatiye ferzkirin, tunebûna hêza kirînê li gel malbatan, wan pêdiviyên dibistanan belav kirine.

Ebdela Cefer da zanîn ku komîteya wan dê xebatên xwe yên belavkirinê li gorî derfetên heyî bidomîne.

Dibistanên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê di 14’ê Îlonê de deriyên xwe ji xwendekaran re vekirin. Rêjeya xwendekaran ji salên berê du qat zêdetir bûye.

(dc)