Li gundewarê Himisê 5 kes hatin kuştin

Li gundewarê Himisê di êrişa çeteyên DAIŞ’ê de 5 leşkerên alîgirên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Li gundewarê Himisê 5 kes hatin kuştin
8 hezîran, 2024   09:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê li gundewarê rojhilatê Himisê êrişî bire ser komeke alîgirên hikumeta Şamê û 5 kes ji wan kuştin.

SOHR’ê destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ bi çekên navîn û sivik êriş bire koma alîgirên hikumeta Şamê ku li Cebel Emûr ê gundewewarê rojhilatê Himisê operasyoneke lêgerînê pêk dianî.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve  395 kes di şer û êrişên li Çolistana Sûriyeyê de hatine kuştin.

(bb)