Li Girê Spî nuqteyeke hêzên Şamê hat topbarankirin

Beriya çend kêliyan dewleta Tirk a dagirker bi çekên giran nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xaniye yê rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir.

Li Girê Spî nuqteyeke hêzên Şamê hat topbarankirin
26 cotmeh, 2024   16:53
KOBANÊ

Dewelta Tirk a dagirker asta êrişên xwe firehtir kirin. Vê carê jî nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li gundê Xaniye yê rojavayê bajarê Girê Spî bi çekên giran topbaran kir.

Her wiha gundê Keçel Ubêd ê li rojavayê bajarê Girê Spî jî tê topbarankirin.

Dewleta Tirk a dagirker gundên rojavayê bajarê Girê Spî û gundewarên bajarê Eyn Îsa û rêya M4 bi çekên giran topbaran dike. Nûçegihanên me yên li herêmê nikarin zirar û ziyanên çêbûne bi dest bixista.

(fr)

ANHA