Şehîd Bêrîtan li Tebqa û Reqayê hat bi bîranîn

Têkoşer Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 32ˈan a şehadeta xwe de li Reqa û Tebqayê hat bi bîranîn.

26 cotmeh, 2024   16:46
TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê bi boneya salvegera 32ˈan a şehadeta Bêrîtan (Gulnaz Karataş) merasîmê bîranînê li Pakrewangeha Şehîdên Tebqayê li dar xist.

Merasîma bi malbatên şehîdan, nûnerên Rêvberiya Xweser, Partiya Sûriyeya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Meclisa Leşkerî ya Tebqayê tevlê bibûn, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir.

Piştre Hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan û Bîrîndar û Dîlgirtiyên Şer a Kantona Tebqayê Foza Mihemed axivî.

 Foza anî ziman ku şehîd Bêrîtan sembola jina azad e û got, divê hemû jin têkoşîna wê wekî mînak bigirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Tebqayê Ayat El Hebal jî têkoşîna şehîd Bêrîtan vegot.

Piştre Dayikên Aştiyê mûm li ber wêneya şehîd Bêrîtan pêxistin.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

REQA

Meclisa Giştî ya bajarê Reqayê jî bi beşdariya şêniyên kantonê civînek li dar xist.

Di civîna piştî rêzgirtinê destpê kir de, Hevserokê Meclisa Giştî ya Kantona Reqayê Luey El Îsa anî ziman ku şehîd Bêrîtan sembola têkoşîn û fedayetiyê  ye.

Hevseroka Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî, Duha El Elî têkoşîna şehîd Bêrîtan a di nava gerîla û berxwedana wê ya ji bo azadkirina jinan vegot.

Di dawiyê de sînevîzyonek li ser têkoşîna şehîd Bêrîtan û nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê çalakiya wê ya li dijî xiyanetê de hat temaşekirin.

(bb)

ANHA 

tebqa